Şîrketa Boeingê, bi hilberîna teksiyên difirin ket rojevê

Şîrketa Boeingê, bi hilberîna teksiyên difirin ket rojevê

PeyamaKurd – Şîrketa Boeingê bi projeya xwe ya nesla nû teksiyên ku difirin dixwaze pirsgirêka trafîkê çareser bike. Teksî hem bi elektrîkê dixebitin û hewayê zêde gemar nakin.

Teksî an ku seyyare dikarin xwe rakin hewayê û xwe deynin erdê. Hat gotin ku di serî de wê di wexta ku trafik zêde qelebalix be de, bên bikaranîn. Bi taybetî li navendên bajaran û balafirgehan.

Proje, niha di destpêkê de ye û ji bo welatên ku di wan de Boeing bixebite, divê îzna qanûnî bistîne. Şîrket difikire ku di sala 2030an de alavên xwe bixe bazarê û di serî de wê maliyeta wan zêde be.