PeyamaKurd – Li bajarê Kocaeliyê li navça İzmitê di rafîneriya Tüpraşê de di tanka benzînê de teqînekî mezin çêbû. Ciyê teqîn lê çêbû duman jê bilind bû lê rEêvebiriya Tüpraşê ragihand ku şewatê vemirandine û zerar negihaye ti kesekî.
Teqîna ku seet di 21.30an de çêbû, tevî ku teqîn mezin bû jî ti zerar negihaye canî û xebatên din yên di rafîneriyê de dewam dikin.