Li Kaliforniyayê şerîdên rengê tûrûnc danîn ser rêyan

Yayınlanma Tarihi :
Li Kaliforniyayê şerîdên rengê tûrûnc danîn ser rêyan

PeyamaKurd – Li ser temamê rêyên dinyayê yên bejayiyê heya niha şerîdên bi rengê sipî hene lê li Amerîkayê li eyaleta Kaliforniyayê ev qaîda ku hebû guhertin û xettên ji rengê tûrînc danîn ser rêyan.

Sedema ku xettên an ku çizxiyên tûrûnc danîne ser rêyan weha rave kirin: Xettên tûrûnc yên dibiriqin, di xebatên rêyan de xwe baş nîşan didin, ajotvanan hişyar dikin û bi vê sedemê dikin ku ajotvan leza ajotina erebeyan kêm dikin û di şevê de, di ajotina erebeyan de ewlehiyekî zêde temîn dike.

Bi vê bicîhanîna han, xetên tûrûnc ku li xettên din zêde kirin, dixwazin bi vê kiryarê ber li qezayan bigrin. Wezareta gihandinê ya Kaliforniyayê ragihand ku bi vê kiryara danîna xettên tûrûnc, ewlehiya rê zêdetir kirine.

Bi van îşaretan xebatên rê, leza demkî û di guhertina şerîdan de ajotvan bêhtir zû ferq dikin ku tevdigerin. Ev kiryara nûh weka qaîdeyekî mînak danîne û eger encamekî baş bide, wê paşî belaveyê seranserê DYA yê bikin.