PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Bazirganiyê ya Rûsyayê li ser veguhestina pêdiviyên sereke yên wekî xwarin, derman û kelûpelên avakirinê li hev kir.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku ji ber şerê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de û girtina Tengava Hurmizê, rêyên asayî yên bazirganiyê hatin astengkirin.
Ji bo rêgirtina li qeyrana aborî û parastina ewlehiya xwarinê, dê kelûpelên Rûsî êdî bi rêya bejayî û di Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl re bigihîjin sûkên Herêma Kurdistanê.