Iraq bi 34 trîlyon dînaran deyndarê Herêma Kurdistanê ye

Iraq bi 34 trîlyon dînaran deyndarê Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Li gorî daneyên budceya sêsalî ya Iraqê (2023-2025), Hikûmeta Federal zêdetirî 34 trîlyon dînar ji mafên darayî yên Herêma Kurdistanê neşandiye û ev wekî deyn li cem Bexdayê maye.

Tevî ku diviyabû pişka Herêmê di vê budceyê de 58.36 trîlyon dînar ba, Bexdayê tenê %41.6ê vê mîqdarê, yanî 24.32 trîlyon dînar xerc kiriye. Ev kêmasiya mezin a di şandina budceyê de, bandoreke giran li ser projeyên xizmetguzarî û aboriya Herêmê kiriye, bi taybetî ku Bexdayê di beşa veberhênanê de tu pereyek xerc nekiriye.

Ji bilî rawestandina budceya veberhênanê, hikûmeta federal mûçeyên şeş mehên fermanberên Herêma Kurdistanê jî heta niha li cem xwe hiştiye û neşandiye.

Ev siyaseta darayî ya Bexdayê wekî "zilmeke eşkere" li hemberî xelkê Herêmê tê pênasekirin, ku ne tenê mafê fermanberan dixwe, ji ber nezelaliya di çarenivîsa van pereyên mezin de, zirarê dide mafên giştî yên tevahiya xelkê Iraqê jî. Ev krîza darayî di demekê de ye ku daxwazên ji bo çareserkirina kêşeyên teknîkî û siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dikin.