TR KU SO
FB X
Aborî

Ji Hindistanê biryareke stratejîk bo Îranê

Admin H
Nivîskar
📅 05 nîsan 2026 12:42

PeyamaKurd - Ji ber şerê li herêmê û astengiyên li ber herikîna petrolê ya di ser Tengava Hurmizê re, Hindistanê piştî 47 salan biryareke stratejîk girt û dest bi kirîna petrola Îranê kir.

Rêvebiriya New Delhiyê ragihand ku piştî nermkirina cezayên Amerîkayê, wan kirîna petrola xav û gaza LPGyê ya ji Îranê garantî kiriye.

Hindistan ku di asta cîhanê de sêyemîn mezintirîn welatê hawirdekarê petrolê ye, ji meha Gulana 2019an vir ve ji ber zextên Washingtonê kirîna sotemeniyê ji Tehranê dabû sekinandin, lê aloziyên dawî yên li Rojhilata Navîn ev polîtîka guhart.

Wezareta Petrolê ya Hindistanê eşkere kir ku parzûngehên welat ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên enerjiyê, petrola Îranê jî xistine nav lîsteya xwe û di warê dayîna pereyan de tu astengî nemane. Hat destnîşankirin ku Amerîkayê ji bo kêmkirina krîza tedarîkê ya gerdûnî, cezayên li ser petrol û berhemên parzûnkirî yên Îranê bi awayekî demkî rakirine. Wezaretê da zanîn ku şirketên Hindî di peydakirina petrolê de xwedî serbestiyeke temam in û ev gav ji bo ewlehiya enerjiyê ya welat girîng e.

Parve bike: