Korbenda Veberhênanê ya Spanya-Kurdistanê dest pê kir
PeyamaKurd - Ji bo pêşxistina peywendiyên bazarganî û peydakirina derfetên nû yên veberhênanê, Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê li herêma Mursiyayê (Murcia) bi awayekî dest bi karên xwe kir.
Di korbendê de, nûnerên zêdetirî 80 kompanyayên her du aliyan ji bo çêkirina projeyên hevbeş hatin cem hev.
Şandeka fermî û aborî ya Herêma Kurdistanê îro 29ê Hezîranê bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Mihemmed Şukrî beşdarî roja yekem a korbendê bû.
Di vê lûtkeya aborî de, komeke kertên stratejîk mîna geştyarî, pîşesazî, tenduristî, mîmarî, avedankirin û xizmetkariyê hene.
Serokê Desteya Veberhênanê Mihemmed Şukrî, di panelên korbendê de semînereke berfireh li ser jîngeha aborî ya Kurdistanê pêşkêş kir û bala veberhênerên ewropî kişand ser hêsankariyên bacê, yasayên misogeriya kompaniyan û hêsankariyên din ên bo veberhênanê.