Li bajarê Manîsa çinîna tiriyê Sultaniye dest pê kir
PeyamaKurd – Bajarê Manisa Tirkiyê bi rezên tiriyan bi nav û denge û karmendiya wan jî piraniya wan karkerên demsale yên Kurd dikin.
Îsal bend ne ku 310.000 ton tiriyê Sultaniye bi dest bixin û ji wî jî 170.000 ton bifroşin dezga dewletê ya TMOyê ku girêdayê wezareta çandiniyê û daristanê ya Trkiyê ye.
Tevî ku li gor salên borî hêj zûye jî, dest bi çinîna tiriyan kirin. Îxracata mewijan %90ê wê ji bajarê Manisayê têkirin û tiriyê wê derê bê dendike.
Deşta Gedizê û temamê Manisa dema tiriyan diçinin, dibin ciyên hişkkirinê û dîmenên rengareng bi wan hişkkirinan diafirînin. Guşiyên tiriyan bi ava ji potasyum karbonat û zeyta zeytûnan amade kirine, pê dişon û li ber tavê raxidin.
Paşî di tesîsan de paqij dikin û dişînin welatên Ewrûpayê, welatên din û Rûsyayê. Li ser destpêkirina demsala çinîna tirî, serokê ode ya Çandiniyê Aydoğan Okur ragihand ku demsala tirî îsal zû destpêkiriye û weha dewam kir:
“Me li payîtexta tirî li Saruhanliyê dest bi çinîna tirî kir. Dibêjin wê miqdarê tirî îsal zêde be. Lê germa zêde zerarê daye hinek rezên me. Dibe ku ev rewş di rekolte de me bixe nav zahmetiyan. Em bende ne ku dewlet (TMO) bihayê mewijan ji me re deyne.
Dibêjin ku wê TMO îsal 170 hezar ton mewij ji me bikire. Wê ev nefesa me rihet bike. Îsal em bende ne ku 300-310 hezar ton ji me re were. Em bende ne ji bo mewijên jimare 7-8 120 lira, ji bo jimare 8-9 130-140 lira, ji bo jimare 10 jî 150 lîra fiyetê bidin me.”