TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Mesrûr Barzanî Cejna Qiyamê pîroz kir: Em tekeziyê li bihêzkirina çanda pêkvejiyanê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 05 nîsan 2026 09:23

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cejna Rabûnê (Qiyame) li Kiristiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serokwezîr Barzanî, herwiha pabendbûna Herêma Kurdistanê ya zêdetir bihêzkirina çanda pêkvejiyanê û tebayiya di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama ku îro Yekşemê 5ê Nîsanê belav kiriye de wiha got:

“Bi helkefta Cejna Rabûnê (Qiyame) ya Hezretê Mesîh (Silavên Xudê li ser bin), ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî tevahiya Kiristiyanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî, tenahî û bidawîhatina şer û nexweşiyan li Kurdistanê û deverê.

Di vê helkeftê de, em tekeziyê li ser pabendbûna Herêma Kurdistanê bi zêdetir bihêzkirina çanda pêkvejiyanê û tebayiya di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de dikin.

Cejna we pîroz be û her dem di nava xweşî û tenduristiyê de bin.”

Parve bike: