TR KU SO
FB X
Cîhan

"Bo yên ne Kurd parlamento qedexe ye!"

📅 12 mijdar 2018 00:54

PeyamaKurd – Rojnameya YeniŞafaka Tirkan îdîa dike ku ji 111 parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê tenê 11 kursî ji pêhateyên ne Kurd re tê veqetandin.

Rojnameya YeniŞafak li Tirkiyê ku nêzî hikûmetê ye, di nûçeyeke xwe de ku sernûçe 'Bo yên ne Kurd parlamento qedexe ye' de îdîa dike ku li navçeyê bi giştî girseyên Ereb, Tirkmen û Xristiyan ji veqetandina hejmara kursiyên li parlamentoyê bo pêkhateyan bi gazinin.
  
Herwiha gotinên ku dispêre parlamenterê Tirkmen Azad Kureci wiha tê gotin: “Piştî vekişandina Osmaniyan ji herêmê ev sed sale asîmîlasyon li ser me tê sepandin. Li vir em dibistanên ku perwerdehiya bi Tirkmenî dike, dixwazin. Li Hewlêr 15 mektebên me hene lê di rewşeke tengav dene.”

Parve bike: