Cîhan
CHP çav berdaye saredayiya bajarê Konyayê
PeyamaKurd – Şaredariya bajarê Konyayê weka kela AKPê ye û partiya muxalif CHP niha çav berdaye şaredariya Konyayê. Berdevkê CHPê Faik Öztrak ragihand ku wê di hilbijartinên cîh de şaredariyên ku di destê AKPê de ne jî ji wan bistînin û weha got:
“Em bi kongreyên xwe radibin ser piya. Em bawerin di hilbijartinên mehellî de em ê dîrokeka nûh binvîsin. Vê carê em ê şaredariyên Bûrsa, Balikesir û hetta Konyayê jî qezenc bikin. Hun dê bibînin.”