Çiftçi: Rêvebiriya Kılıçdaroğlu xwestiye polîs mudaxeleyê navenda CHPê bike
PeyamaKurd – Wezîrê karên nav xwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi ragihand ku tehliyekirina navenda CHPê bi daxwaza rêvebiriya Kılıçdaroğlu çêbûye.
Çiftçi, got ku mudaxele ne bi daxwaza dewletê an bi daxwaza hêzên ewlehiyê çêbûye. Rêvebiriya Kılıçdaroğlu ji dadgehê biyar derxistiye û hêzên ewlehiyê mecbûr mane biryara dadgehê bicîh bînin.
Parêzerê Kılıçdaroğlu Celal Çelik ji bo tehliya navenda CHPê seredana fermî kiribû ji bo asayîşa Ankara.
Ji nav CHPê jî hinek kes seredana dadgehê kiribûn û hêzên asayîşê mecbûr mane ku biryara dadgehê bînin cîh.
Çiftçi, ragihand ku di nav CHPê de teref li hev nakin û hêzên wezaretê yên ewlehiyê mecbûr mane biryara dadgehê bînin cîh.
Çiftçi got ku nabe hêzên ewlehiyê bibin terefê dijberiyên nava partiyekî. Daxwaznama parêzerê Kılıçdaroğlu yê Celal Çelik heye, biryara dadgeha edliyê ya herêmê ya daîra Hûqûqê heye û biryara daîra îcrayê ya 3em ya Ankara heye ku navenda CHPê tehliye bikin.