TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA: Me abluka ser lîmanên Îranê ya deryayî bi temamî rakir

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2026 22:02

PeyamaKurd – Fermandarya CENTCOMê ya Amerîkayê agahiyê li ser abluka Tengava Hurmizê da û got ku abluka li ser Hurmizê ya deryayî bi temamî rabûye. CENTCOMê got:

“Hêzên Amerîkayê temamê abluka deryayê ya ser Kendava Ereb, Kendava Ummanê ya ser lîmanên Îranê û li ser temamê çûnûhata Îranê rakiriye.”

Rakirina ablûkayê li gor lihevkirina İslamabadê ya di 14ê Hezîranê de ku li ser 14 xalan li hev kiribûn, hatiye kirin. Lihevkirin ji aliyê serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û serokê DYAyê Trump de hatibû îmzakirin.

Hêzên Amerîkayê wê li Rojhilata Navîn bimînin heya 14 xalên peymanê di nav 60 rojan de bên gotûbêjkirin.

Parve bike: