DYAyê hişyarî da welatiyên xwe yên li Qeterê!
PeyamaKurd - Balyozxaneya DYA li Dohayê hişyarî da welatiyên Amerîkî ku amade bin, û bal kişand ser xetereyên ewlehiyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê pêdiviyên bingehîn werin komkirin û planên tahliyeyê werin danîn.
Malpera Balyozxaneya DYA li Dohayê daxuyaniyek weşand û ji welatiyên Amerîkî yên li Qeterê xwest ku ji bo rewşên awarte yên muhtemel hişyar bin û amade bin.
Di peyama hişyariyê de hat gotin, "Heke hûn dixwazin ji Rojhilata Navîn derkevin, hikûmeta DYAyê amade ye ku bi agahdariya herî dawî li ser vebijarkên derketinê yên berdest alîkariya we bike."
Ji bo welatiyên ku dixwazin li Qeterê bimînin, daxuyaniyê hişyarî da wan ku li gorî rêwerzên rayedarên herêmî amade bin ku ber bi deverên ewle ve biçin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat xwestin ku welatiyên Amerîkî xwarin, av, derman û pêdiviyên din ên bingehîn li cihên rûniştinê bi hêsanî peyda bikin.