TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîşên DYAyê sekinîn lê piyadên deryayê diçin herêmê

Admin M
Nivîskar
📅 24 adar 2026 23:43

PeyamaKurd – Amerîka û Îsraîlê êrîşên hewayî yên ser Îranê rawestandin lê niha hêzên deryayî yên piyade yên DYAyê diçin herêmê. Trump biryarê da ku ew êrîşên ser santralên elekrtrîkê yên Îranê ji bo 5 rojan rawestandiye.

Li gor ragihandina rojnama Wall Street Journalê ku binkeya nûçeya xwe dibe ser rayedarên Amerîkayê, bi hezaran piyadên deryayê dê roja 27ê Adarê bigihên Rojhilata Navîn.

27ê Adarê jî dikeve roja dawî ya wexta ku Trump ji bo Îranê gotibû divê heya wê rojê Hurmiz vebe. Li gor nûçeyê; Trump ferman daye da keştiyên USS Tripoli û USS New Orleans, bi yekîneya Piyadeyên Deryayê yên 31em ku dike 2.200 leşker, diçin seha berpirsiyariya CENTCOMê.

Her weha Pentagonê fermanê daye ku Yekîneya Piyade ya 11em ya di keştiya USS Boxer de, di hefteyên pêşiya me de here herêmê.

Bi vê fermana Trump re, bihayê petrolê li seranserê dinyayê %10 daket. Trump fermana xwe di ser hesabê xwe yê Truth Social de weha ragihand:

“Min fermanê da wezareta şer da temamê êrîşên ser santralên elektrîkê û avahiyên enerjiyê rawestînin.”

Parve bike: