Guterres: Pevçûnên li Libyayê, rawestînin
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser pevçûnên ku li paytexta Libyayê Terablusê dewam dikin, banga rawestandinê kir û xwest ku alî bi rêya dan û stendinê li hev bikin.
Li ser pevçûnên li Terablusê ku 2 roj in berdewam dikin, ji aliyê Berdevkê Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ve daxuyaniyeke nivîskî hat parvekirin û bi rêya daxuyaniyê ev bang hat kirin:
“Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, pevçûnên dawî yên ku li Terablusê berdewam in û dibin sedema kuştin û birîndarkirina sivîlan, bi metirsiyeke mezin dişopîne. Guterres, bang li aliyên Libyayê dike ku pirsgirêkên heyî yên siyasî, bi rêya dan û stendineke rasteqîn çareser bikin û ji bo vê jî hemû rê werin bikaranîn.
Her wiha Guterres bang li aliyan dike ku sivîl werin parastin û gavên ku hêrsê zêde bikin û pirsgirêkan kûrtir bikin, neyên havêtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku NY amade ye ji bo çareseriya siyasî, her cure piştgiriyê bide aliyên Libyayê.