Cîhan
Hejmara welatên ku têkiliya xwe ji Îranê qut kirin zêde bû
PeyamaKurd - Hikûmeta Mexrîbê jî ber têkiliya rêxistina Hizbullahê bi Eniya Polîsarîoyê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk jî Îranê birîn.
Piştî Erebistana Siûdî, Îmarata Erebî, Bahreyn, Kuweyt, Amerîka, Yemen, Sudan, Kanada, Cîbûtî, Somalî û Maldîvê Mexrîbê jî têkiliyên xwe yên dîplomatîk jî Îranê birîn.
Eniya Polîsarîoyê rêxistineke cudaxwaz ku li hemberî rejima Mexrîbê şerê çekdarî dimeşîne û li gor îdîayan rêvebirên Hizbullahê meha borî çek û teqemenî ji Eniya Polîsarîoyê re şandiye.