Îmarat: 7 moşekên balîstîk û 16 dronên Îranê hatin pûçkirin
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) ragihand ku sîstemên wan ên parastina asmanî, îro 7 moşekên balîstîk û 16 firokeyên bêmirov (dron) yên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin, pûç kirine.
Îran wekî bersivekê ji bo êrîşên DYA-Îsraîlê, hedefgirtina welatên Kendavê didomîne. Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îmaratê de hat diyarkirin ku ji destpêka êrîşên eşkere yên Îranê û vir ve, parastina asmanî ya Îmaratê bi giştî 352 moşekên balîstîk, 15 moşekên krûz û 1789 dron pûç kirine.
Hate diyarkirin ku di nav birîndaran de welatiyên gelek welatan hene; ji wan Tirkiye, Iraq, Swêd, Misir, Filîstîn, Afganistan û Azerbaycan jî di nav de, ji zêdetirî 20 welatan mirov birîndar bûne.
Wezareta Parastinê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew li hemberî her cure gefan di amadebaşiyê de ne û dê bi biryardarî parastina serwerî, ewlehî û aramiya dewletê bikin.