TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran li ser petrolê axifî

Admin M
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2018 20:43

PeyamaKurd- Cîgirê yekemîn yê serokkomarê îranê Cîhangîrî got eger paketa duyem ya Amerîkayê bikeve dewrê û îxracata petrolê ya Îranê bikeve binê 1 mîlyon varêlê, bi sedema ku petrol biha dibe, zerara Îranê tine ye û wê aqara Îranê kêm nebe.

Îshaq Cîhangîrî bi muhasebeta roja neteweyî ya temîna tenduristiyê li Tehranê axaftinekî kir û di axaftinê de behsa îxracata petrolê û dorpêçên Amerîkayê kir. Cîhangîrî got ku berê rojane 2 mîlyon û 500 hezar varêl petrolê îxrac dikirin û niha çend hezar varêl kêm bûye lê divê ev miqdar nekeve binê 1 mîlyon varêlê. Cîhangîrî ragihand ku di atmosfera hatiye çêkirin de, bihayê petrolê gelek zêde bûye.

Cîhangirî behsa rawestandina petrolê ji aliyê Amerîka de kir û got; eger Amerîka temamê petrola Îranê bida rawestandin, wê varêla petrolê ji 100 dolarî derbas bibûya.

Parve bike: