Cîhan
Kargeha fîsekan a ku 150-200 karker tê de bûn teqiya
PeyamaKurd – Li navçeya Hendek a bajarê Sakarya yê Tirkiyê kargeheke fîşekan çêdike teqiya ku li gorî zanyariyan 150-200 karker dema teqînê tê de bûn.
Parêzgarê Sakaryayê Çetîn Oktay ragihand ku 150-200 karker di nav kargehê de hebûn ku hîn aqubeta wan diyar nebûye.
Piştî bûyerê ku tirseke mezin li bajarê Sakarya çêkiriye, wezîrên dewletê û berpirs ji bo agahiyan werbigirin ber bi cihê bûyerê ve diçin.
Li gorî hin agahiyan 2 kesan can daye û 73 karker birîndar bûne, lê ev agahî nehatine piştrastkirin ku dibe ziyanên canî gelekî zêdetir bin.
Herwiha bi teqînê re, xetera belavbûna gaza radyasyonê derketiye holê.
Piştî teqînê gelek ambulans û tîmên tenduristiyê ber bi cihê bûyerê çûn.