TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî daxwaza vegera Mesîhiyên koçber kir

Admin L
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2021 15:07

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî do di merasîma cejna Jidayîkbûna Mesîh li Dêra Mar Yûsid li Bexdayê axivî û daxwaza vegera Mesîhiyên koçber kir û bang li mesîhiyan kir, da ku li welêt bimînin.

Kazimî diiyar kir: “Guftûgo, çareseriya avakirina pêşeroja Iraqê ye, lê yên ku hewl didin cihêrengiyê, veguherînin qelsiyê hene. Lê ji bilî afirandina hêviyê ti çareya me re nemaye.”

Mistefa Kazimî da zanîn: “Kirîstiyanên Iraqê, roleke wan a mezin heye û divê em piştevaniyê mayîna wan û vegera kesên ji wan koçber bûne bikin.”

Kazimî ji Kiristiyanan re eşkere kir: “Ev welat, welatê we ye. Ev welat xwediyê dewlemendiyeke rastîn e ku cihêrengiya olî û çandî lê heye. Divê Iraqî vê yekê bikin çavkaniya hêzê.”

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê jî kir: “Nasnameya Iraqiyan, bê Kirîstiyanan bêyî hemû pêkhateyên din ên Iraqê nayê xeyalkirin.”

Parve bike: