Cîhan
Kuweyt: Me dronên ji Îranê hatin bêbandor kirin
PeyamaKurd - Kuveytê eşkere kir ku sîstemên parastina asmanî yên welat di saetên sibehê de gelek firokeyên bêmirov ku ji aliyê Îranê ve hatibûn şandin, xistine û bêbandor kirine.
Arteşa Kuveytê diyar kir ku Îranê navendên girîng û tesîsên leşkerî kirine armanc û parçeyên firokeyên têkçûyî bûn sedema zirara maddî, lê tu tiştek bi canê kesekî nehatiye.
Armancgirtina baregeha Ehmed El-Cabir û hevsengiyên herêmî
Arteşa Pasdaran a Îranê jî berê ragihandibû ku wan li Kuveytê derb li baregeha Ehmed El-Cabir a ku hêzên leşkerî yên DYAyê lê bi cih bûne xistiye.