TR KU SO
FB X
Cîhan

Li peravên Bulgarîstanê, car din metirsiya mînê rû da

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2023 19:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Bulgarîstanê hatin ragihandin, mîna behrê ya bi tîpa YaM ku li peravên Bulgarîstanê hatibû tesbîtkirin, ji aliyê tîmên pispor ve hatiye jinavbirin.

Bi berdewamkirina şerê navbera Rusya û Ukraynayê re mînên deryayî yên ku ji Deryaya Reş diherikin, xetereya xwe berdewam dikin. 

Hat ragihandin ku li nêzî gundê Tulenovo ya li peravên Behra Reş a Bulgarîstanê, 200 metre dûrî peravê mîneke behrê hatiye dîtin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Bulgarîstanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî giliyê qeymeqamê bajarê Dobriçê ku gundê Tulenovoyê, pê ve girêdayî ye tîmên taybet sewqî herêmê hatine kirin û mîna deryayê ya tîpa YaM ya Yekîtiya Sovyetê, bi awayekî kontrolkirî hatiye jinavbirin.

Ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ve Tirkiye, Romanya, Bulgarîstan û Ukrayna, nêzîkî 40 mînên bê ser û ber li Derya Reş ji nav birine.

Parve bike: