TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser gora xezûrê xwe, jina xwe kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 20 adar 2026 23:27

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Aksarayê li navça Ortaköyê li gundê Oğuzlarê jin û mêrê ku li ber hevbardanê bûn, zilam li jina xwe xist û wê kuşt. Di rûdanê de jinekî jî birîndar bû.

Li gundê navborî dema jina bi navê Gamze Yıldırım (35) bi xwuşka xwe ya bi navê Beyaz Ç. re diçe ser gora bavê xwe, zilamê wê yê bi navê Habip Emre Yıldırım (38) li goristanê bi tivingê li jina xwe û li dişa xwe dixe.

Kesên li ser mezelan xeberê didin tîmên 112an yên lezgîn. Dema tîmên 112an bi cendirmeyan re diçin ciyê bûyerê, dibînin ku Gamze Yıldırım li ciyê rûdanê can daye. Beyaz Ç. ya giran birîndar bûye, dibin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Aksarayê.

Tîmên cendirmeyan di wextekî kurt de kujer bi tivinga wî ve digrin.

Serdozgeriya Ortaköyê li ser bûyerê lêpirsîna xwe dewam dike.

Parve bike: