TR KU SO
FB X
Cîhan

Partiya DEM û Partiya Pêserojê li hev civiyan: “Werin em ji bo astiyê berpirsyariyê hildin”

Admin İ
Edîtor
📅 14 mijdar 2024 17:37

PeyamaKurd – Hevserokên Giştî yên DEM û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu hevdîtinek pêk anîn. Tulay Hatimogullariyê di daxuyaniya hevpar de got, “Werin em aştiya bi rûmet berpirsyariyê hildin.”

Hevserokên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu piştî civîna xwe li Partiya Pêşerojê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Davutogluyê ku di hevdîtinê de ewilî axivî diyar kir ku diyaloga di navbera partiyan de girîng e. Davutoglu got, “Em di rojine wiha re derbas divin ku diyaloga di navbera partiyan de pir girîng e.” Piştre Davutoglu ji Hevserokên Giştî yên DEMê xwest ku ew biaxivin.

Hatîmogullariya ku mafê axaftinê wergirt, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku tayînkirina qeyûman li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Hatîmogullariyê bang li partiyên siyasî kir û got, “Em bi hev re di bin banê Meclîsê de qeyûmtiyê ji holê rakin. Werin em qanûnekê li ser vê yekê pêşniyar bikin.”

 

Parve bike: