TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Me şerê Îranê qezenc kiriye, rejîm hildiweşe

Admin H
Nivîskar
📅 21 nîsan 2026 14:39

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ablukaya deryayî ya li ser Îranê aboriya wî welatî bi temamî hifş kiriye û heta "peymanek" neyê îmzekirin ew ê vê ablukayê ranekirin. Trump destnîşan kir ku Îran ji ber rawestandina bazirganiyê rojane 500 mîlyon dolar winda dike û got ku ev zirar di demeke kurt de jî nayê ragirtin.

Trump îdîa kir ku wan şer "bi ferqeke mezin" qezenc kiriye û di vê pêvajoyê de beşeke zêde ya hêza deryayî, esmanî, sîstemên parastinê û lîderên Îranê hatine jinavbirin; wî kuştina lîderên Îranî wekî "guherîna rejîmê" bi nav kir.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniyên xwe de medyaya welatê xwe ya rexnegir jî hedef girt û ew bi belavkirina "nûçeyên sexte" tohmetbar kirin. Trump diyar kir ku tevî hewildanên hin dezgehên ragihandinê yên ji bo nîşandana têkçûna Amerîkayê, rastiya li qadê serkeftina wan nîşan dide.

 Her wisa, Trump bi awayekî qerfî (îronîk) bal kişand ser zêdebûna firotina petrola Amerîkayê û got ku rêveberiya Îranê ji bo kirîna petrolê bi sedan keştî şandine eyaletên wekî Texas û Alaskayê; ji bo vê yekê jî bi gotina "Gelek spas" qerfên xwe bi Tehranê kirin.

Parve bike: