Yek jê berpirsyarê Idlibê, bi tevahî 5 generalan îstîfa kir
PeyamaKurd - Ji ber biryarên YAŞê û wezîfedarkirinan yek jê berpirsyarê Idlibê bi tevahî 5 generalên artêşa Tirkiyê îstîfa kirin.
Ji ber biryar û wezîfedarkirinên Lijneya Bilind a Leşkerî (YAŞ) a Tirkiyê 5 generalên artêşa Tirkiyê îstîfaya xwe dan.
Di nava kesên îstîfaya xwe de dane de, Ji Fermangeha Taybet, Tumgeneralê 6emîn Mekanîze Tumeniyê Ahmet Ercan Çorbaci jî heye. Hat diyarkirin ku Çorbaci ji ber nerazibûna biyarên YAŞê îstîfa kiriye.
Li gorî nûçeyên medya tirkî, fermandarên tirk ji ber wezîfedarkirinên ‘neadil’ îstîfaya xwe dane.
Generalên mustafî dibêjin kesên ne layîqî wezîfeyan in hatine ser kar û amaje dikin ku kesên ku li hêla rojhilatê Tirkiyê kar nekirine bo wezîfeyên krîtîk hatine erkdarkirin û wiha difikirin ku kesên beşdarî şer bûne bo wezîfeyên pasif hatine erkdarkirin.