TR KU SO
FB X
Cîhan

Zeydî û Şera li ser hinardekirina neftê Iraqê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2026 11:36

PeyamaKurd - Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê der barê naveroka civîna Elî Zeydî ya li gel serokê hikumeta demkî a Sûriyeyê Ehmed Şera de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh Elî Zeydî û Ehmed Şera di serokatiya civîneke berfireh a di navbera şandeyên her du welatan de kir.

Hat gotin ku Zeydî bal kişand ser girîngiya pêşxistina hevkariya hevbeş û xebata ji bo pêkanîna aştî û aramiya li herêmê.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Ehmed Şera jî ji bo serdana Zeydî û şandeya pê re spasiyên xwe pêşkêş kirine û tekezî li ser kûrbûna peywendiyên dualî kiriye.

Her wiha dilxwaziya Sûriyeyê ji bo bilindkirina asta hevkariyên li gel Iraqê bo asta herî bilind dubare kir.

Hat diyarkirin ku di civînê de li ser hinardekirina petrola Iraqê ya bi rêya xeta Banyasê jî hatiye axaftin û hatiye diyarkirin ku divê bikarin rojane heta 2 milyon bermîl petrol hinarde bikin.

Beriya niha jî Bexda û Şamê li ser nûjenkirina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê nîqaş kiribûn da ku bikarin petrola Iraqê bi rêya benderên Deryaya Spî hinardeyî bazarên cîhanê bikin.

Li gor tê gotin ger projeya nûjenkirina xeta Kerkûk-Banyas were temamkirin, wê bikarin rojane 2 milyon bermîl petrol hinarde bikin.

Parve bike: