"Em dê îsbat bikin ku PDK nasikê"
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ew dê careke din jî ji hemû aliyan û bi taybet jî ji nehezan re îsbat bikin, ku PDK naşkê û “ew nikarin Kurdistanê lawaz bikin û axa Kurdistanê bifiroşin, ji ber ku PDK dê rûbirûyê wan bisekine.”
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di çarçoveya hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, mitîngeke mezin a girseyî bo lîsta 184an li bajarê Duhokê saz kir û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî amade bû û axaftinek kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Li ser asta Kurdistanê û Iraqê hesaba mezintirîn partiya Kurdistanê bo PDKê tê kirin, PDK jî bi kirdar selimandiye, heta ku PDK hebe, xelkê Kurdistanê dê parastî be.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir: “PDKê gelek serwerî bo Herêma Kurdistanê tomar kirine, niha jî em dê qonaxeke din dest pê bikin û em dê bo berevanîkirina li mafê we biçin Bexdayê.”
Cîgirê Serokê PDKê da xuyakirin, ku ew bi ti awayî û ti demi sazişê li ser ti mafeke xelkê Kurdistanê nakin û tekez kir: “Heta ku em xwediyê cemawerên weke we bin, em dê bo nehezan îsbat bikin ku nikarin PDKê bişkînin, nikarin Kurdistanê lawaz bikin, herwiha nikarin axa Kurdistanê bifiroşin, PDK dê bi xwîna şehîdan rûbirûbûyê wan bisekine.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir, ku PDK hertim û di her şertûmercekê de li gel û li kêleka xelkê xwe û gelê Kurdistanê sekiniye û mil daye ber berpirsatiyan. Bi gotina Nêçîrvan Barzanî: “PDK hem di rojên reş û tarî û hem jî di rojên geş de li gel xelkê Kurdistanê bûye û dê her bimîne jî.”