Kurdistan
Li Kuçeya Hunerê ya Amedê keçek ji aliyê birayê xwe ve hat kustin
PeyamaKurd - Li kuçeya hunerê ya navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê keçeke bi navê Melek Arslan a 24 salî bi guleyan hat kuştin.
Hat zanîn ku li kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehîr keça 24 salî Melek Arslan dema li ser bankekê rûniştîbû ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hat kuştin.
Li gorî zanyariyan Melek Arslan ji Semsûrê hatiye Diyarbekirê û birayê wê yê ku ew bi guleyan kuştiye jî li cihê bûyerê hatiye binçavkirin.
Sedema ku birayê wê çima ew kuştiya hîn nehatiye zanîn.