TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi Balyozê Romanyayê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2023 22:26

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdidstanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Kanûnê pêşwazî li balyozê Romanyayê yê Iraqê Radu Dobre kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de, danûstandin li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera her du aliyan bi taybetî di warên teknolojiya zanyarî û sektora çandiniyê de hate kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de danûstandin li ser guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê, herêmê û pêşxistina pêwendiyên navbera Romanya û Herêma Kurdistanê de hate kirin.

Di civînê de, herdu alî li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî taybet di warên teknolojiya zanyarî û sektora çandiniyê de hevnerîn bûn.

Parve bike: