TR KU SO
FB X
Kurdistan

Minibusa mamosteyan hildigirt û otomobil li hev ketin:  1 mirî û 10 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 10 nîsan 2026 20:39

PeyamaKurd – Li bajarê Gümüşhane li navça Kelkîtê minibusa ku mamosteyan hildigirt li ser rêya Kelkit-Ezirganê li dora gundê Balkaya li hev ketin. Di encamê de kesekî mir, 10 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kesên ji wan xerab e.

Minibusa ku mamosteyên dibistana Yeniyol ya bi navê 75. Yıl İmam Hatip Ortaokulu hildigirt, bi sedemak nehat zanîn bi serî bi otomobîlekî re li hev ketin. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê, cendirme, îtfaiye û AFADê çûn ciyê qezayê.

Di qezayê de kesên di erebeyan de asê mabûn derxistin û wan birin nexweşxanên navça Kelkitê û bajarê Ezirganê.

Di qezayê de di minibusê de Erhan B., Elif B., Özlem G., Neslihan B., Tuğba D., Enes Ç., Sebahattin T. û ajotvan Ali D. birîndar bûn lê rewşa wan baş e.

Di otomobîlê de kesa bi navê Ulvıyya Ç. (51) li ciyê qezayê can da. Nafiz A. û Tunar İ. jî di otomobîlê de birîndar bûn lê rewşa wan baş nîne û girane.

Parve bike: