TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK û YNK îro dicivin

Admin L
Nivîskar
📅 16 gulan 2023 13:02

PeyamaKurd Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Silêmaniyê dicivin.

Li gor zanyariyan, civîna şanda YNK û PDKê îro di saet 11:00an de destpê dike û derbarê hilbijartinên parlamentoyê de gotûbêjan dikin.

Şanda PKKê, ji Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda, Elî Husên, Dr. Hêmin Hewramî û Dr. Cafer Êmînkî pêk tê.

Şanda YNKê jî, ji Şalaw Elî Eskerî, Dr. Xesrew, Îmad Ehmed, Rizgar Hacî Hema, Dr. Mîran Mihemed û Emîn Babaşêx pêk tê.

Ev civîn piştî ku Serok Mesûd Barzanî roja 11ê Culana 2023an di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, peyamek pêşkêşî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir tê.

Serok Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku rûpeleke nû vekin û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.

Herwiha Serok Barzanî diyar kir: Berî vê civînê ez daxwazê ​​ji YNK û PDKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin.

 
Parve bike: