Kurdistan
Şanda YPJê Murhef Ebû Qesra re civiya
PeyamaKurd - Şanda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li paytexta Sûriye Şamê bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re civiya.
Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê, şanda YPJê di çarçoveya peymana 29ê Çileya 2026an a di navbera HSD û Şamê de, bi mebesta entegrasyonê ligel Wezîrê Berevaniya Sûriyê Murhef Ebû Qesra re hevdîtinek pêk anî.
Şanda YPJê daye xuyakirin ku mijara sereke ya hevdîtinê awayê beşdariya YPJ a nava artêşa Sûriyê bûye. Tê çaverêkirin ku di derbarê hevditinê de daxuyanî bê dayîn.
Di şanda YPJê ya Şamê de, Endamên Fermandariya YPJ Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn, Fermandara ketîba Jin a Lîwaya Qamişlo Xalsa Ayêd û Berdevka Ragihandina YPJ Ruken Cemal cî girtin.