Serok Barzanî pêşwazî li Qunsula Giştî ya nû ya DYAê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li navenda xwe ya li Pîrmamê pêşwazî li Qunsula Giştî ya nû ya DYAê ya li Hewlêrê, Gwendolyn (Wendy) Green kir.
Di civînê de Qunsula DYAê kêfxweşiya xwe ya bi destpêkirina erka xwe ya li Herêma Kurdistanê anî ziman û tekez kir ku welatê wê xwe wekî "piştgirekî bingehîn ê gelê Kurdistanê" dibîne û rêzeke taybet ji bo rola Serok Barzanî ya di îstîqrara herêmê de digire.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bixêrhatina qunsula nû kir û spasiya piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de kir.
Serok Barzanî destpêkirina karûbarên qunsulxaneyê wekî gaveke erênî ji bo pêşxistina peywendiyên dualî yên di warên cihêreng de nirxand û her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û îstîqrara herêmê kirin.