TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Ferhad Mihemed sersaxî xwestin

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2026 13:05

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya nivîskar, rojnamevan û sernivîserê kovara Gulanê Ferhad Mihemed peyamên cuda yên sersaxî û hevxemiyê belav kirin.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de kûrahiya xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî arasteyî malbat, kesûkar û hemû rojnamevanên Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de bal kişand ser xebata pîşeyî ya xwedêjêrazî û diyar kir ku Ferhad Mihemed rojnamevanekî niştimanperwer û bihelwest bû ku di ragihandina Kurdî û parastina mafên xelkê Kurdistanê de roleke berçav girtibû ser xwe.

Herdû serokan ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku canê xwedêjêrazî bi behişta berfireh şa bike û sebir û hedarê bide malbat û hevkarên wî.

Parve bike: