TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şandeke Perlemana Kanadayê civiya

Admin H
Nivîskar
📅 23 hezîran 2026 14:59

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li şandeke Grûpa Dostayetiya Kanada-Kurdî ya Perlemana Kanadayê kir.

 Şande ji perlemanter Ziad Aboultaif (ji Partiya Mihafezekar), perlemanter Ehmed Husên (ji Partiya Lîberal) û wezîrê berê yê Geşepêdana Navdewletî  û Penaberan pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de şandeya mêvan kurteyek derbarê kar û çalakiyên grûpa xwe ya di nav Perlemana Kanadayê de û armanca serdana xwe pêşkêş kir, ku armanca serekê ya serdanê pêşxistina zêdetir a peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kanadayê de ye.

Her wiha şandeyê amadekarîyên welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî di warên cuda de nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya bi vê serdanê, spasiya piştgirî û hevkariya Kanadayê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û geşepêdana zêdetir a peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de tekez kir.

 

 

Parve bike: