TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Pêsmergeyên birîndar kir

Admin L
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2021 14:30

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, do êvarî  li bajarê Hewlêrê serdana Pêşmergeyên birîndarên êrîşa terorîstên DAIŞê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de, ji nêzîk ve li rewşa tendirustiya Pêşmergeyên birîndar pirsî û hêviya saxî û selametiya bilez ji wan re xwest û aliyên pêwendîdar erkdar kir ji bo çareserkirina birîndaran.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê qehremanî û xweragiriya Pêşmergeyan da di warê rûbirûbûna li dijî DAIŞê û bergiriya xaka Kurdistanê.

Parve bike: