PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku zêdetirî 12,000 hedefên leşkerî yên Îranê hatine lêdan.
Daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya X a CENTCOMê hatiye dayîn wiha ye:
"Ji destpêka şer ve, me zêdetirî 12,000 êrîşên hewayî li dijî Îranê pêk anîne, û balafirên me ji bo êrîşên din amade ne."
Şerê Amerîka-Îsraîlê 33 roj in berdewam dike.
Operasyona hewayî ya hevbeş a ku ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve di sibeha Şemiyê, 28ê Sibata 2026an de li dijî Îranê dest pê kir, aloziyên li herêmê gihand asta herî bilind.
Ji bo tolhildana van êrîşan, Îranê moşek avêtin Îsraîlê û baregehên leşkerî yên Amerîkî yên li herêmê hedef girtin.