Îsraîlê ceza danî ser 37 dîjîtal ên ku girêdayî Pasdarên Îranê ne

Îsraîlê ceza danî ser 37 dîjîtal ên ku girêdayî Pasdarên Îranê ne

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê ragihand ku bi hevkariya dezgeha îstîxbaratê re, wan 37 berîkên dîjîtal tespît kirine ku ji aliyê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve ji bo şandina pereyan ji Hizbullah a Libnanê û komên din re dihatin bikaranîn.

Di nivîsa fermî ya wezaretê de hat eşkere kirin ku biryara sepandina cezayan li ser van berîkên dîjîtal hatiye girtin, ku bi giştî nêzî 6,6 milyon dolar fînanse tê de hatiye veguhestin.

Îsraîlê tekez kir ku şerê li dijî Îranê tenê li qada serbazî bi sînor nîne, belkî ev têkoşîn li ser teva wan çavkaniyên darayî yên ku terorê xwedî dikin jî berdewam dike daku sîstema aborî ya van koman bi temamî bê lawazkirin.

Hişyariya êrîşa sêyemîn û mana li herêmên ewlehiyê

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz, di gotara xwe ya ku di merasîma bîranîna qurbaniyên şerê Libnanê de pêşkêş kir, peyamên pir tund dan Tehranê û diyar kir ku tevî hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê, wan heta niha du caran êrîşên pêşwext û çalak birine ser Îranê û ger pêwîst bibe ew amade ne cara sêyemîn jî lê bidin.

Katz her wiha destnîşan kir ku hêzên serbazî yên Îsraîlê dikarin bêyî diyarkirina demê û ji bo herdemê di nav "herêmên ewlehiyê" yên li Libnan, Sûriye û Gazeyê de bimînin daku ewlehiya neteweyî ya welatê xwe mîsoger bikin û pêşî li her cûre metirsiyên nû bê girtin.