Şêrê Kurdan Denîz Undav îşev cardin derdikeve qadê

Şêrê Kurdan Denîz Undav îşev cardin derdikeve qadê

PeyamaKurd - Futbolîstê Kurd Denîz Undav îşev di Tîma Netewî ya Almanyayê de, careke din derdikeve sehayê û çavê her kesî li ser wî ye.

Îşev li demjimêr 11ê şevê bo dema Kurdistanê, Tîma Almanya di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê de, li hember tîma Ekvadorê dilîze.

Beriya niha Denîz Undav di nîveka duyem de dilîst lê vê carê wek lîstikvanê 11ên yekem derdikeve qadê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Undav di herdu maçên borî de, her çiqas wekî yedek tevlî listîkî bû jî barê tîma Almanyayê hilgirt ser xwe û 3 gol tomar kirin.

Ger Undav îşev jî golên nû tomar bike, dibe ku bibe lîstikvanê herî serketî yê Kûpaya Cîhanê.

Maça Alman-Ekvadorê li stadyuma North Carolaina ya Amerîkayê tê lîstin.