Adidas: Yek ji formeyê herî zêde tê firotin yê Denîz Undav e

Adidas: Yek ji formeyê herî zêde tê firotin yê Denîz Undav e

PeyamaKurd - Rêvebirê Giştî yê Şaxa Ewropayê ya Kompaniya Adidasê Oliver Bruggen eşkere kir ku formeyê lîstikvanê Kurd Denîz Undav, yek ji pênc formayên tîma neteweyî ya Almanyayê ye ku li seranserê cîhanê herî zêde daxwaz li ser heye û tê firotin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Bruggen da zanîn ku Adidasê heta niha ji bo Kupaya Cîhanê ya 2026an nêzîkî 3 milyon formayên Almanyayê firotine ku ev rêje sê qatî amara Kupaya Cîhanê ya li Qeterê ye.

Di nivîsa fermî ya zanyariyan de hat destnîşankirin ku ji ber daxwaza zêde ya li ser navên Undav, Havertz û Pavlovic, demeke kurt tîpa "V"yê li depoyên çapkirina navan xelas bûye û ev astengî bi lez hatiye çareserkirin.

Her çiqas tîma neteweyî ya Almanyayê di qonaxa 32 tîmên dawî ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de li bajarê Bostonê yê Amerîkayê li hemberî Paraguayê têk çû û xatir xwest jî Denîz Undav di tûrnûvayê de weke stêrkeke geş bal kişand ser xwe û karbû 3 golan tomar bike û pasa 2 golan jî bide.

Lîstikvanê 29 salî ku niha di tîma Stuttgartê ya Almanyayê de dilîze, heta sala 2029an peymana wî ya fermî ligel tîmê heye. Li gorî nûçeyên medyaya Almanyayê, Undav her sal 5 milyon euro mûçe werdigire û tenê ji bo îmzekirina peymana nû jî weke xelat 4 milyon euro wergirtiye, ku ev yek nîşan dide nirxê wî yê di bazara futbolê de roj bi roj bilindtir dibe.