642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê

642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê

PeyamaKurd - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) ragihand ku karwanê 6emîn ê koçberên Serêkaniyê ku biryar bû sibe bi rê biketa, ji ber astengî û temamnebûna amadehiyên lojîstîk hat bipaşxistin û dê roja çarşemê ber bi navçeyên xwe ve bi rê bikeve.

Di çarçoveya vê pêla nû de, 642 malbat ku piraniya wan xelkê gundên derdora Serêkaniyê ne û heta niha li Kampa Waşokaniyê ya li rojavayê Hesekê û Kampa Newrozê ya li Dêrikê diman, vedigerin ser cih û warên xwe yên berê.

Pêvajoya vegerandina koçberan ku bi hevahengî û kordînasyona aliyên pêwendîdar bi rê ve diçe, ji meha Tebaxê ve bi rengekî domdar berdewam e. Heta niha 5 karwanên koçberan vegeriyane ku hejmarên win wiha ne:

Karwanê 5emîn di 13ê Kanûnê de (385 malbat), karwanê 4emîn di 8ê Kanûnê de (493 malbat), karwanê 3yemîn di 5ê Kanûnê de (516 malbat), karwanê 2yemîn di 8ê Îlonê de (nêzî 700 malbatan) û karwanê yekem jî di 10ê Tebaxê de (nêzî 400 malbatan) vegeryan ser erd û xaniyên xwe.