PeyamaKurd - Çavkaniyekê ji devera Amediyê îro Yekşemê 18ê Cotmeha 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihandiye ku PKK çend tunel li Çiyayê Metînayê vala kirine û cihên xwe ji bo hêzên Tirkiyeyê hiştine da ku serbazên Tirk li wir bicih bibin.
Wê çavkaniyê diyar kir ku ligel vê vekişînê jî, hîn beşek ji çekdarên PKKê li derdora Çiyayê Metînayê mane û desteyên wan ên çekdar li wê deverê digerin.
Îdiayên Gare û Xakurkê û bandora li ser gundan
Derbarê nûçeyên vekişîna PKKê ya ji çiyayên Gare û Xakurkê de, her tişt hat redkirin û hat destnîşankirin ku ev gotegot bi temamî dûrî rastiyê ne; çekdarên PKKê li Gare û Xakurkê mane û ti paşvekişînek nekirin e.
Deverên çiyayî yên parêzgehên Dihok û Hewlêrê di salên borî de bibûn qada şerê giran, ku ji ber topbaran û pevçûnan bi sedan gund hatine valakirin, rez û baxên welatiyan hatine şewitandin û bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.