Serok Nêçîrvan Barzanî bo tevlî Konfefansa Ewlehiyê ya Munihê bibe giha Almanya

Yayınlanma Tarihi :
Serok Nêçîrvan Barzanî bo tevlî Konfefansa Ewlehiyê ya Munihê bibe giha Almanya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munihê (MSC) bibe (12 Sibat 2026) çû Almanya. Barzanî li ser daweta fermî çû Almanya.

Di ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê de; hat gotin ku wê Nêçîrvan Barzanî di çarçova konferansê de bi lîderên dinyayê û rayedarên dinyayê yên di asta bilind de dîplomasiyekî zêde bike.

Xalên hevdîtinên bi lîderên dinyayê re, wê rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û pêşdeçûnên li herêmê bin. Ewlehiya Kurdistanê, Iraqê û Rojhilata Navîn dê bibe babetên hevdîtinan.

Di platformê de, siyaseta ewlehiyê, lêgerîna li îstîqrarê û rêyên çareseriya pirsgirêkên navdewletî di konferansê de tên munaqeşe kirin û konferans wê di navbera 13-15ê Sibatê de be.

Di konferansê de lîder û rayedarên ku balkêşin û navên wan derbas dibe, ji bilî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hinek ji wan ev in:

Friedrich Merz, Şansolyê Almanya

Keir Starmer, serokwezîrê Îngîltere,

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê,

Marco Rubio, Wezîrê karên derve yê DYAyê,

Mark Carney, Serokwezîrê Kanadayê,

Mark Rutte, Sekreterê giştî yê NATOyê,

Volodimir Zelenski, Serokê Ûkraynayê,

Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona YEyê,

Donald Tusk, Serokwezîrê Polonya,

Christine Lagarde, Seroka Banka Navendê ya Ewrûpayê,

Gustavo Francisco, Serokkomarê Kolombiyayê.