PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Almanya dê firînên kompaniya rêhewayî ya Îranê Mahan Airê qedexe bike.
Mahan Airê di nav dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê de cî digire ku tê gotin, balafirên wê kompaniyê kelûpel ji hikûmeta Sûriyê ya Beşar Esed re rê dikirin.
Rojnameya Alamanî Bildê ragihand ku hikûmeta Almanyayê amadekariyan dike ku firînên ji Dusseldorf û Munihê yên Mahan Airê betal bike û qedexeyê deyne ser wê kompaniya Îranî.
Hat diyarkirin ku dê qedexe meha Çileya 2019an destpê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin