Amerîka 33 rêxistinên Çînê xist lîsteya res

Amerîka 33 rêxistinên Çînê xist lîsteya res

PeyamaKurd- Wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê bi sedema ku bo ewlekariya welatê wan tehdîde û îhlala mafên mirovan dikin, 33 rêxistinên Çînê xist nav lîste ya reş. Van şîrket û rêxistinan wê nikaribin xwe bigihînin teknolojiya Amerîkayê û bo wan, îtxala berhemên Amerîkî rast e rast an di ser rêya welatên 3 yem de hat qedexekirin.

Wezaret ragihand ku 9 rêxistinên Çînê bi sedema îhlala mafên mirovan, 24 rêxistin jî bi sedema ku bo ewlekariya Amerîkayê tehdîdin, dorpêçê daniye ser wan. Eger pêdiviya wan rêxistin û şîrketan hebe, dê seredana wezaretê bikin û îznê bistînin.

9 rêxistinên ku dorpêçan bo îhlala mafên mirovan danîne ser wan, bi sedema ku li Ûygûran, Kazakan û kêmneteweyên misilman zorê dikin, wan binçav dikin  û bi zorê didin xebitandin e.

Di lîsteyê de Enstîtu ya Edlî ya Tibî ya bi ser Wezareta Ewlekariyê ya Giştî ya Çînê û 8 şîrket hene. Lê navên şîrketan nehat dayîn. 24 ên din yên bazirganî yên dewlet û taybet in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin