APIKURê pêşwazî li biryara şandina petrola Kurdistanê bo SOMO ya Iraqê kir

APIKURê pêşwazî li biryara şandina petrola Kurdistanê bo SOMO ya Iraqê kir

PeyamaKurd - Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (APîKUR) pêşwazî li pejirandina madeya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di sererastkirina qanûna budceya federalî de kir ku biryar hatiye dayîn, rojane 400 hezar bermîl petrola Kurdistanê bo Kompaniya SOMO ya Iraqê bê şandin.

Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) Miles Caggins, ji K24ê re ragihandiye ku ew pêşwaziya edilandina qanûna budceyê ji aliyê Civata Nûnerên Iraqê ve dikin û bala wan dê li ser çêbûna lihevkirinê be ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê.

Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Iraqê doh 2yê Sibatê bi piraniya dengên endaman deng li ser sererastkirina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da. Li gorî wê biryarê Herêma Kurdistanê her roj 400 hezar bermîlên petrolê dide destê kompaniya SOMOyê.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pêşwaziya dengdana Civata Nûneran li ser edilandina qanûna budceyê kirin.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.