PeyamaKurd – Banka Navendî ya Ewrûpayê biryara faîza xwe da û nisbeta faîza xwe neguhert. Banka ragihand ku faîza xwe ya mewdûatê li dora 2,50an hiştiye û got bihayê enerjiyê ji ber zêde dibe, enflasyonê zêde dike û mezinbûna aboriyê dikare hêdî bike.
Banka Navendî ya Ewrûpayê (ECB) di 29ê Cotmeha 2026an de civiyaye û ji be rbendeyên bazarê di nisbeta sê mijaran de faîza xwe neguhertiye. Faîza mewdûatê di 2,50an de, ya finansmana resasî di 2,60an de û ya dana faîzê ya marjinal jî di 2,90an de hiştiye.
Di metna encama civînê de banka got ku ji ber bilindbûna bihayê enerjiyê talûke heye ku enflasyon ber bi jor de here û ji aliyê pêşdebirina aboriyê de, ber bi jêr de talûka wê heye.