Bihayê petrolê kir ku şîrketên rêyên hewayî 20 hezar seferên xwe betal bikin

Bihayê petrolê kir ku şîrketên rêyên hewayî 20 hezar seferên xwe betal bikin

PeyamaKurd – Şerê navbera Îran û DYAyê bandora zêde li ser bihayê petrola an ku ardûya balafiran kir. Bihaye bilêtan zêde bû lê ji bilî bihayê bilêtên balafiran yên şîrketên rêyên hewayî nizanin bê çi biha ji bo bilêtan deynin.

Bi sedema nezanîna bihayê benzîna jetan, şîrketên weka Lufthansa û KLM bi hezarî seferên xwe betal kirin. Pispor hişyariyê didin ku heya nîvê meha Gulanê wê stokên benzînê dakeve astekî nebaş.

Şîrketên rêyên hewayî ji bo karibin maliyeta seferan bidest bixe, perê maliyetê datînin ser bihayê bilêtan. Bihabûn wisa dike ku gelek geştiyar plana xwe ya tatîlê betal dikin û bi mîlyonan kes ketine rewşekî naxweş.

Pisporê şîrketa Going.com ya turizmê Katy Nastro, ji bo New York Timesê daxwuyanî da û got:

“Di sektora hewayî de piştî pandemiyê em rewşa herî nezelal dijîn. Dê ev sal ji bo kesên xeyalên tatîlan dikin, wê bi zahmetî derbas bibe.”

Li gor analîza Kayakê ku motora geştiyariyêye, bihayê seferên ji DYAyê ji dawiya Sibatê heya niha her diçe bilind dibe.